image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 9ê Tebaxê, li Hesekê êrîşeke moşekî li dijî karwaneke leşkerî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hatiye kirin ku ziyaneke mezin gihiştiya wê hêza HSDê.

Li gorî zanyariyên xwecihî karwaneke ji 3 wesayîtên leşkerî yên veguhestina lojîstîk pêk dihat, li kargeha mazotê ya Umir ku li ser rêya Hesekê ye rastî êrîşeke moşekî hat.

Di encama êrîşê de, ziyaneke mezin gihîşt karwana HSDê ku hîn derbarê hebûna ziyanên canî de ti agahî nînin.

Medya Sûriyê êrîş piştrast kiriye, lê hîn ji aliyê HSDê ve derbarê êrîşê de daxuyaniyek nehatiye dayîn.