image

PeyamaKurd- Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa îro û ya heya îro bo çapemeniyê ragihand. Îro 10 kes bi sedema Kovid-19 ê wefat kirine û 277 kes bi nexweşînê ketine.

14.134 kes heya îro bi nexweşînê ketine.

  9.177 nexweş heya îro baş bûne.

     551 kes heya îro wefat kirine.

  2.465 test îro hatine kirin.

       94 nexweş îro baş bûne.

Testên ku îro hatine kirin,175 test li Hewlêrê, 326 test li Silêmaniyê û 772 test li Duhokê hatin kirin.

Di encama testan de 202 kes li Hewlêrê, 26 kes li Silêmaniyê, 49 kes li Duhokê bi temamî 277 kes bi nexweşîna Kovid-19 ê ketine.