image

PeyamaKurd - Li navçeya Elbakê ya bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê, ji ber barîna barana zêde ku ji doh ve dibare, cara duyem lehî rabû.

Li gorî zanyariyan taxa Omerdagi piştî barana ku ji danê nîvro ve dibariya lehî rabû.

Ji ber barana zêde çemê gund bi ser ve çû û 3 konteyner û 2 konên li tenişta çem, di bin avê de man. Di lehiya ku tenê ziyanên madî çêbûn de, gelek mal û zevî di bin avê de man û ziyan gihîşte wan.

Doh jî li heman deverê lehî rabûbû û ziyaneke mezin a madî li navçeyê çêbûbû.