image

PeyamaKurd - Li gundê Maratê yê Efrînê çekdaran du malbat ji malên wan derxist û li bajarê Ezaz ê di bin kontrola Tirkiyê û çekdaran de jî jin û zarokên zilamekî hatin revandin.

Li gorî ragihandina malpera Afrinpostê çekdaran ji bo malbatên xwe lê bi cih bikin, dest danîn ser du malên li gundê Maratê yê Efrînê û malbat ji malên wan derxistin.

Hat diyarkirin ku li gundê Kaxrê ya navçeya Mabeta jî ji bo desteserkirina mala şêniyê bi navê Nuhad di navbera çekdaran de şer derket ku 4 çekdar birîndar bûn.

Herwiha hat ragihandin ku çekdarên bi ser Tirkiyê ve, li bajarê Ezazê jî malbatek tevî zarokeke dergûşê revandiye sedem jî ji bo girtina zilamê bavê zarokan Ebû Hemam e.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, çekdaran li Ezazê bi ser mala birayê Ebû Hemam de girtiye, tevî jin û zarokên wî herwiha dayîk û xwîşka wî jî revandine.