image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Karazê (Kocakoy) ya Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê, du birayên temen mezin di nav du rojan de li pey hev ji vîrusa koronayê can dan.

Hat zanîn, li taxa Ambar a girêdayî navçeya Karazê Alî Orûçê 70 salî û birayê wî Nûsret Orûçê 68 salî piştî ku bi nexweşiya koronayê ketine, ew rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê.

Her du birya piştî testa koronayê pozîtîf derket di beşa hûrnêrînê ya nexweşxaneyê de dihatin tedawîkirin, lê doh 15ê îlonê Alî Orûç jiyana xwe ji dest da û îro jî Nûsret Orûç ji ber koronayê wefat kir.