image

PeyamaKurd – Li bajarê Dîlokê yê bakurê Kurdistanê her cure çalakiyên cemawerî bo 15 rojan hatin qedexekirin.

Parêzgeha Dîlokê ragihand, çalakiyên wek xwepêşandan, meş, daxuyaniyên çapemeniyê, vedana konan û danîna standan ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku qedexe ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrusa koronayê û parastina tenduristiya giştî hatiye ragihandin.

Hat diyarkirin ku wê qedexe ji îro Yekşemê dest pê bike û heta 16ê Tebaxa 2020an berdewam dike.

Heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 231 hezar û 869 kes bi vîrûsa koronayê ketine, 5 hezar û 710 kes mirine.

Hêjayî gotinê ye, van rojên dawî bi taybet li bajarên Bakurê Kurdistanê zêdebûneke berbiçav a belavbûna koronayê heye ku hem xemsariya welatiyan hem jî sistkirina tedbîran bûye sedema wê yekê.