image

PeyamaKurd – Li bajarê Çewligê yê Bakurê Kurdistanê cerdevanan bi sedema ku muzîka kurdî guhdar dikin êrîşî çend ciwanan kirin û kesek jî bi çekê birîndar bû.

Li gorî nûçeya Mayê 4 ciwanên ji bo avjeniyê çûbûn Girava Avjeniyê (Yuzen Ada) ya Çewlîgê, bi hinceta stranên kurdî guhdar kirine, cerdevanan li wan xistiye û apê ciwanê bi navê Fûrkan Kiliç Abdûllah Kiliç jî bi çeka cerdevanekî birîndar bûye.  

Kesên bi navên Mahsûm Kaya, Necmettîn Evranas, Fûrkan Kiliç û Yûsûf Genç ku ji bo aveniyê çûne Girava Avjeniyê ya li mezrika Aksakal a gundê Hazarşah li navçeya Solxanê, bi hinceta stranên kurdî guhdarkirine rastî êrîşa cerdevanan hatin.

Li gorî zanyariyan, 4 ciwanên ku berêvarê di wesayîta xwe de muzîk guhdar dikirin, ewilî bi devkî hatine tacizkirin û dû re jî 2 leşker û pênc cerdevanan li wan xistiye. Piştî ciwan bi bûyerê malbatên xwe agahdar dikin, malbatên wan jî tên cihê bûyerê û ew û cerdevanan dikevin qirika hev. Li ser vê cerdevan çekê li wan diteqîne û apê ciwanê bi navê Fûrkan Kiliç Abdûllah kiliç birîndar dibe. Kiliç radikirin Nexweşxaneya Dewletê ya Solxanê.  

Piştî bûyerê her çar ciwan û kesê birîndar dibin qereqolê û îfadeya wan distînin.