image

PeyamaKurd – Parlementerê Koalîsyona Hîwa ya parlementoya Iraqê Galip Muhammed li ber mala xwe ya li Silêmaniyê, ber destê êvarê siet li dora 18.30 an, bi kêran lêxistin. Galip Muhammed birîndar bû û wî birin nexweşxana bajêr ya Silêmaniyê.

Mirovekî parlementer yê Galip Muhammed bo tora medyayê Rûdawê axifiye û gotiye ew nizanin bê bo çi sedemê êrîş kirine Galip Muhammed. Cîgirê serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî jî li ser mijarê weha gotiye:

“ Min ferman daye temamên hêzên ewlehiyê da mijarê rohnî bikin û êrîşkeran teslîmê edaletê bikin. Ev êrîşa tirsonek bê bersiv namîne.”

Hevalekî Galip Muhammed yê bi navê Wirya Muhammed ragihandiye ku dibe êrîş ya terorî be û weha gotiye:

“Dema em di kameraya ewlehiyê de li bûyerê dinêrin, em aşkera dibînin ku êrîş ya kuştinêye. Wexta Dr. Galip bo tiştekî ji ereba xwe derxe dertê ber derî, bi kêran ber bi rûyê wî de lêdixin.”