
PeyamaKurd – Li Diyarbekirê bo ser gelek mal û navnîşanan bi sedeam endamên PKK ê ne operasyon hat kirin û di encamê de 14 kes hatin binçavkirin. Di nava kesên hatine binçavkirin de bavê parlementera HDP yê Dersim Dağ ê Mehmet Zeki Dağ jî heye.
Rêvebiriya operasyonê ji aliyê serdozgeriya Diyarbekirê de hat kirin û di nava tîmên oeprasyonê de hêzên asayîşê û tîmên alaya cendirmeyan hebûn ku operasyonê îro sibê kiribûn.
Bi Mehmet Zeki Dağ re kesên bi navên H.G., H.A., H.A., M.H.Ş., M.Ö., M.U., Ş.K., Y.A., A.Ç., K.Y., M.S., T.G. û F.I. hene. Hat ragihandin ku di avêtina ser navnîşanan de weşanên qedexe û dokuman hene.
Li baregeha asayîşê sitendina îfadeyên binçavkirî dewam dike.
Add Comment: