image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 32 kesan ji ber nexweşiya vîrûsa Koronayê (Covid-19) can daye û 797 kesên din jî pê ketine.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, di 24 demjimêrên borî de 797 kes bi vîrûsa Koronayê ketine, ji wan 274 kes li Hewlêrê, 195 kes li Silêmaniyê, 31 kes li Germiyanê, 283 kes li Duhokê û 14 kes li Helebceyê ne.

Herwiha 32 kesan ji ber vîrûsa koronayê can daye ku ew jî 8 kes li Hewlêrê, 11 kes li Silêmaniyê, 1 kes li Germiyanê, 9 kes li Duhokê û 3 kes li Helebceyê ne.

Wezaretê da zanîn ku di 24 demjimêran de 465 kes jî ji wê nexweşiyê rizgar bûne.

Tevî van amaran hejmara pêketinan bi giştî li Herêma Kurdistanî gihîşt 61 hezar û 703 kesan, hejmara mirinan bû 2 hezar û 161 kes û 37 hezar û 584 kes jî heta niha baş bûne.