
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 70 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jî can daye.
Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê de hat eşkerekirin, di 24 demjimêrên borî de 70 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 6 kes li Hewlêrê, 23 kes li Silêmaniyê, 39 kes li Duhokê û 2 kes li Germiyanê ne.
Wezaretê diyar kir, di 24 demjimêrêm borî de 5 kesan can ji nexweşiya koronayê can daye ku 3 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Herwiha hat ragihandin ku di 24 demjimêran de 940 kes jî baş bûne.
Amarên giştî yên heta niha wiha ne:
Pêketin: 105839 kes
Mirin: 3464 kes
Başbûn: 96340 kes