image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, 2 kesên din ji ber Koronayê mirine û 150 kes jî  pê ketine.

Di daxuyaniya îro roja 21ê Sibatê ya wezaretê de hat eşkerekirin, di nav 24 saetên dawî de 150 kesên din bi koronayê ketine, 43 kes baş bûne û 2 kesan jî wefat kiriye.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên Covid-19 gihîşt 107 hezar û 776 kesan, ya mirinan bû 3 hezar û 507 kes û heta niha 102 hezar û 956 kes jî ji koronayê baş bûne.