image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 129 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 2 kesan jî can daye.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro 23yê Sibatê de eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de 129 kes bi vîrûsa Koronayê ketine ku 71 kes li Hewlêrê, 18 kes li Silêmaniyê, 35 kes li Duhokê û 5 kes li Germiyanê ne.

Herwiha hat diyarkirin ku 2 kesan li Duhokê can daye û 67 nexweşên koronayê jî li Herêma Kurdistanê baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên vîrusa koronayê gihîşt 108062 kesan, ya mirinan bû 3510 kes û heta niha 103078 kes jî baş bûne.