image

PeyamaKurd – Hat zanîn ku yek ji kuştiyên teqînên îro yên Bexdayê kurdekî xelkê bajarê Duhokê yê bi navê Xazî Hazim e.

Biraziyê welatiyê ji Duhokê, Amed Kemal ji BasNewsê re daye xuyakirin ku mamê wî Xazî Hazim jî di teqînên Bexdayê de can daye ku tevî du kurên xwe nêzîkî 10 salin li Bexdayê hingiv difirotin.

Kemal diyar kiriye ku çend roj berê mamê wî barek hingiv biribû Bexdayê û îro jî çûbû meydana Tehran bifiroşe lê li ber teqînê ket û jiyana xwe ji dest da.

Niha malbat û mirovên wî welatiyê Duhokî çûne Bexdayê ji bo anîna termê wî.

Li gorî agahiyên dawî di teqînên îro 21ê Çile yên Bexdayê de, herî kêm 28 kesan can daye û zêdetirî 73 kesan jî birîndar bûne. Hîn berpirsiya êrîşê ti rêxistinekê negirtiye ser xwe, lê guman li ser DAIŞê ne.