image

PeyamaKurd - Komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê, jin û mêrekî Kurd ji bajarokê Mabeta yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê revandin.

Li gor Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê belav kir, koma çekdar welatî Îbrahîm Xencer û jina wî Narîn Ala ji roja 24 vê mehê ve revandin û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.

Hat diyarkirin, berê jî keça wan Medya Xencer ku di Encûmena Xwecihî ya Mabeta bû, hatibû revandin.

Roja 14ê Cotmehê,  çekdaran Serokê Encûmena Xwecihî ya Mabeta Ebdulmultelib Şêx Nasan û hejmarek ji karmendên wê encûmenê revandibûn û heta niha çarenivîsa wan ne diyar e.