image

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî, peyamek li ser milîsên Heşdî Şeibî ji Îranê re şand û daxwaz kir, milîsên Heşda Şeibî yên nêzîkî xwe rabigre.

Li gor malpera Sky News bi zimanê du berpirsên Iraqê ve belav kiriye, ‘‘Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî daxwaz ji rêveberên Îranê kiriye, da ku wan milîsên Heşda Şeibî yên nêzîkî xwe rabigre.’’

Her du berpirsên Iraqê destnîşan kirine, Mistefa Kazimî gefa eşkerekirina wan aliyên piştevaniya wan milîsan dike xwariye.

Hêjayî gotinê yei eşkerebûna peyama Serokwezîrê Iraqê bo rêveberên Îranê, hevdeme li gel rêveçûna gereke din a guftûgoyên stratejîk a Amerîka û Iraqê.

Herwiha li gor Sky Newsê belav kiriye, eşkere nebûye ku Mistefa Kazimî peyam bo kê şandiye, lê ew peyam yek ji sedema serdana vê hefteyê ya fermandarê hêza Quds a Îranê Îsmaîl Qaanî ya Bexdayê bûye.