image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê jineke ducanî ya ji Efrînê dema diçe serdana hevjînê xwe yê nexweş li nexweşxaneyeke Stenbolê, hatiye revandin.

Li gorî çavkaniyên nasên malbatê, jina ducanî ya bi navê Zêneb Mihemed Nasan a ji gundê Hec Hesna jorîn yê navçeya Şiyê dema diçe cem hevjînê xwe yê nexweş li nexweşxaneyeke Stenbolê ji aliyê hêzên Tirkiyê ve hatiye girtin û ew birine cihekî nediyar.

Hêjayî gotinê ye, 2yê Tîrmeha 2018an jî piştî dagirkirina Efrînê, bavê Zêneb Mihemed Îbiş (55 salî) ji aliyên çekdarên bi ser Tirkiyê ve, bi îşkenceyên giran hatibû kuştibûn.