image

PeyamaKurd -  Farmandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîj (HSD) Mezlûm Ebdî, li ser êrîşa Heşdî Şabî ya bi ser Liqa 5 a Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de daxuyanî da û nerazîbûn nîşan da.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek belav kir û got: “Bi sedan hezar kes ji ciwanên gelê me yê kurd li Herêma Kurdistanê ji bo bilindkirina ala xwe û azadkirina xaka xwe ji dîktatorîyetê, terorê û bicihanîna aştiyê şehîd bûn. “

Ebdî diyar kir: “Şewitandina al û remz û baregehan, ne rê û şêwazêke şaristanî ye ji bo derbirîna nakokiyên siyasî, pêwîste pîrozî û remzên gelan bên parastin û ew kesên dest ji prensîb û binemayên pêkvejiyanê ji nav dibin werin cezakirin.”