image

PeyamaKurd - Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi minasebeta 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî da xuyakirin, ji bo li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Kurdî jî di nav de hemû zimanên din bibin zimanê perwerdehiyê û xwe bi pêş bixin ew dê têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

Di daxuyaniya HDPê hat gotin: “Di tevahiya pergala hiqûqî ya navneteweyî de, mafê mirovan heye ku bi zimanê xwe yê dayikê perwerde bibe, zimanê xwe yê dayikê bi pêş bixe. Ev ji bo mirovan mafekî bingehîn e û di yasayên navneteweyî de jî hatiye misogerkirin.”

HDPê bal kişand ser ku di sala 1999an de Rêxistina Perwerde, Zanistî û Çandî ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) ji bo piştgiriya pirengiya çandî û pirzimaniyê, 21ê Sibatê wek Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê qebûl kir û mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê bi peymanekê ve hat girêdan.

HOPê diyar kir: “Lê mixabin ji destpêka Sedsala 20an û piranî jî piştî avakirina komara yekparêz, ji xeynî zimanê Tirkî hemû zimanên cuda yên li ser vê axê tên axaftin bi awayekî sîstematik hatin bişaftin û qedexekirin. Li gor Atlasa Zimanên di bin Xetereyê de ya UNESCO, li Tirkiyeyê 18 ziman heta niha hatine tunekirin an jî di bin xetereya tunebûnê de ne.”

Daxuyaniya HDPê wiha dewam dike:

“Di dirêjahiya dîrokê de, nêzîkatiya dewletê ya li hember zimanê Kurdî li ser esasên bişaftin û înkarê teşe girtiye. Zimanê Kurdî ji hemû qadên jiyanê hate bidûrxistin û tepisandin. Ji bo vê zordariyê hemû nimûneyên tundiya sembolîk û psîkolojik hatin karîgerkirin. Zimankujiya sedan salan îro jî bi heman rengî berdewam dike u ev çandkujî û zimankujî îro ji aliyê desthilatdariya AKP-MHPê bênavber tê meşandin.

Li aliyekî rojname û kovar tên darizandin û qedexekirin, li aliyê din deriyên saziyên zimanê Kurdî tên girtin. Li aliyekê peykerên Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Cegerxwîn, Mehmed Uzun û Feqiyê Teyran tên hilweşandin li aliyê din gotinên li ser tabelayên pir-zimanî û pir-zaravayî bi biryara qeyûman tên rakirin.

Di Meclisê de navê zimanê Kurdî kirine "zimanekî nenas", "zimanekî ku nayê fahmkirin" û "x ziman". Ev nimûne hemû nêzîkatiya destilatiya AKP-MHP ya li hemberî zimanê Kurdî eşkere dike.

Ji bo ku li vî welatî Kurdî jî di nav de hemû zimanên din bibin zimanê perwerdehiyê u xwe bi pêş bixin em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Bêguman bicihanîna peymanên navneteweyî ên ku Tirkiyê îmze avêtiyê û bûye alîgirê wan peymanan, îro erkeke bingehîn a desthilatiya Tirkiyeyê ye ku vî mafî qebûl bike, nas bike.  Divê qanûna bingehîn a nû li gorî vê rastiyê bê amadekirin û mafê zimanê dayikê wek fermî bê naskirin û qebûlkirin. Ev qanûna bingehîn wê di hemû qadên jiyanê de perwerdehî u pêşxistina zimanê Kurdî û zimanê din bi xwe re bîne.

Li ser van esasan bi biryara Lijneya Rêvebirina Navendî ya HDP’ê di 21ê Sibatê de, ligel saziyên li ser zimanê Kurdî kar û xebatê dimeşînin ji bo hemû lijneyên partiya xwe em ê dest bi perwerdehiya Kurdî bikin. Li aliyê din jî, di her qadê jiyanê de, di warê dîplomasî, rêxistinî û civakî de têkoşîna me ya li hemberî bişaftinê wê bidome û ji bo ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê em bênavber têkoşîna xwe bidomînin.

21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê li temamî zimanan, gelan pîroz be. Di vê rojê de em banga bilindkirina têkoşîna ji bo zimanê dayikê dikin. Em bangî gelê xwe, sazî û dezgehên dikin: 21’ê Sibatê bila bibe destpêka bilindkirina têkoşîna li hember kiryarên xedexekirina zimanê dayikê.”