image

PeyamaKurd - Baregeha Barzanî ji bo koça dawî ya hevjîna Esed Edo (Fewziye Sedîq Bindiyan) peyameke serxweşiyê belav kir

Di peyamê de wiha hat gotin:

“Birêz, Kak Esed Edo bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya hevjîna te ya birêz Fewziye Sedîq Bindiyan gihişt me.

Serxweşiya xwe arasteyî te malbat û xizmên Bindiyanî dikim û xwe weke hevbeşê xema we dizanim.

Ji Xwedayê mezin dixwazim ruhê hevjîna te ya merhûm têxê ber dilovaniya xwe û bi behişta berîn şad bike û aramî û sebirê bide we û malbata we.”