image

PeyamaKurd - Berdevka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Sema Bekdaş li ser serdana Rojavayê Kurdistanê ya Nûnerê Taybet ê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey û helwesta Amerîkayê ya bo îhtimala êrîşên Tirkiyê got, “Jeffrey gotiye, heger Tirkiye êrîş bike wê bê sizadan.”

Sema Bekdaş di bultena Rûdawê da zanîn ku Jeffrey gotiye nabe Tirkiye ji derveyî van navçeyên ku niha li jêr destê wê ne ti êrîşekê encam bide, eger hat û hewil da êrîşî navçeyeke din bike, ew dê hewla rêgiriyê bidin û eger ew êrîş hat encamdan Amerîka dê sizayan li ser Tirkiyê bisepîne, weke çawa berê jî sepandin.

Herwiha Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistanê û endamê şandeya ENKSê bo danûstandinê ligel PYNKê Silêman Oso li ser wê serdanê got, “Me ji James Jeffrey re tirsa miletê xwe ji êrîşeke Tirkiyê bo ser navçeyên me nîşan daye û me hêvî kiriye ku Amerîka rê nede vê yekê.”

Oso bibîr xist ku Jeffrey gotiye ew jî hêvî dikin ku tu êrîşên din neyên encamdan û Tirkiye ji navçeya ‘Kaniya Aştiyê’ zêdetir bîr li ti pêşdeçûna leşkerî neke.

Oso diyar kir, Jeffrey soz daye ku tirsa gelê Kurd ji êrîşê û daxwaza aliyên Kurdî bigihîne serkirdayetiya Amerîkayê.