image

PeyamaKurd - Girtiyê siyasî yê xelkê Başûrê Kurdistanê Elî Ehmed Silêman ku demekê rûbirûyê hukmê darvekirinê jî bûbû, piştî 16 salên li girtîgeha Urmiyê hat berdan.

Malpera Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye ku Elî Ehmed Silêman ji bo Rêveberiya Welatiyên Biyanî ya Bajarê Urmiyê hatiye veguhestin daku bilez radestî Herêma Kurdistanê bê kirin.

Elî Ehmed Silêman 17ê Mijdara sala 2005an li navçeya Tirgewer ser bi parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên emnî yên Îranê ve hatibû desteserkirin. Piştre li Dadgeha Şoreşê ya Urmiyê bi tohmeta “endamtiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê – PJAK) û “bezandina neyasayî ya sînor” bi 5 sal û 6 mehên zîndanê hatibû cezakirin.

Elî Ehmed Silêman sala 2012an ji ber peywendiya ligel Ofîsa Raporterê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Bo Karûbarê Îranê car din li Şaxa Yekê ya Dadgeha Şoreşê hat dadgehîkirin û vê carê bi tohmeta “propagandeya dijî Komara Îslamî ya Îranê” cezayê salekê lê hat birîn.

Piştî temambûna hukmê Elî Ehmed Silêman, Îtlaata Supaya Pasdaran dosyayeke din jê re vekir û tohmeta “kuştina du endamên Supaya Pasdaran” xist stûyê wî û sala 2013an bi du car qesas hat cezakirin.

Malbatên wan herdu endamên Supaya Pasadaran bi mercê xwîna wan bidin ew efû kirin, lê ji ber aliyekî giştî yê kuştinê jî heye, bi 9 sal û 6 mehan hat cezakirin. Lê piştre dadgehê yek li ser heştê hukmê wî kêm kir.

Li gorî Raporta Tora Mafên Mirov a Kurdistanê, ew girtiyê siyasî di dema girtinê de gelek caran hatiye îşkencekirin. Carekê 4ê Sibata 2015an ji bo dema 33 rojan ketiye greva birçîbûnê û bo Zîndana Tewrêz hatiye veguhestin, lê piştî nêzîkî 5 salan dîsa ji bo Zîndana Urmiyê hatibû veguhestin.