image

PeyamaKurd – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li ser operasyona dijî DAIŞê ragihand ku hêzên wan qonaxa yekemîn a pêngava Têkbirina Terorê bi dawî kir û di nava 7an rojan de, 110 terorîst û kesên gumanbar girtin. HSDê diyar kir ku di maweya operasyonê de ti ziyan di nav hêzên HSDê de çênebûne.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk li ser encamên hefteyekê yên operasyona dijî DAIŞê ku bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî tê kirin daxuyanî da medyayê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Hêzên Sûriya Demokratîk bi koordîneya hêzên Koalîsyonê û hikumeta Iraqî re, operasyonên xwe didomînin. Hêzan, nêzî 175 km dirêjahî û 60 firehî malaştin, ew jî di çarçoveya 150 çewlik û gundî de.”

HSDê ragihand, “Hêzên Komendos û yên koalîsyonê, bi ser 56 armancên şaneyên DAIŞê de girtin û tê de 110 çete û kesên gumanbar hatin girtin. Her wekî hêzan, jimareke mezin a çekên cihêreng û qaseyên mezin ên madeyên çêkirina teqemeniyan desteser kirin.”

HSDê diyar kir, di heyama operasyonên maliştinê de, yekîneyeke HSDê bi şaneyekê re rû bi rû ma, lê karibû bi awayekî leşkerî bersivê bide û rewş hat kontrolkirin û got, heta niha, ti ziyan di nava refên HSDê de çênebûne.