image

PeyamaKurd -  Endamê Fermandariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Ednan Efrîn derbarê operasyona HSDê li Dêrezorê ragihand ku wan heta niha 120 kîlometre paqij kirine û 67 gumanbar hatine girtine.

Li rojhilatê Dêrezorê ya Sûriyê HSD bi piştîvaniya Hevpeymaniya Navdewletî operasyoneke berfireh dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê destpê kiriye û aşkere kir, ku wan bi rêya vê operasyona pişkinînê dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê li navçeyê encamên zêde baş bidest xistine.

‘67 gumanbar hatine girtin’

Endamê Fermandariya HSDê Ednan Efrîn got, heta niha operasyon bi dirêjahiya 120 km û bi berfirehiya 60 km hatiye kirin, ji destpêka operasyonê ve û heya niha 67 gumanbar û kesên ku bi DAIŞê re kar dikin, hatine girtin.

‘Hemahengiyeke me ya baş bi Artêşa Iraqê re heye’

Ednan Efrîn di berdewamiya daxuyaniya xwe de dibêje wan texmîn dikir ku operasyon di 7 rojan de bidawî bibe lê hemahengiyeke wan ya baş bi Artêşa Iraqê re heye da ku çekdarên DAIŞl di navbera sînorê herdû aliyan de çûn û hatinê nekin.

‘Piştî bi dawîbûna DAIŞê dest bi avakirina şaneyên veşartî kiribû’

Piştî ku HSDê di Adara 2019an de li djî DAIŞê serkeftina xwe ragihand, DAIŞê di havîn û payîza heman salê de dest bi avakirina şaneyên veşartî kir, her wiha hejmareke zêde ya tûnêl û şikeftan çêkir û dest bi êrîşan kir. Li gor fermandarên vê operasyonê niha HSDê bi rêya 5-6 hezar şervan dixwaze dawî bi şaneyên DAIŞê li navçeyê bîne.