image

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzeke leşkerî ya taybet a Iraqê ji derî û navenda Kerkûkê vikişiya.

Malpera Şefeq News a erebî ragihandiye ku îro 22yê Mijdarê lîwaya 61 a taybet a girêdayî encûmena wezîrên Iraqê, ji derî û navenda Kerkûkê vekişiya.

Li gor nûçeyê lîwaya 61 a taybet wê li leşkergeha Keywan were bicihkirin û hêzeke polîsê Kerkûkê li derî û derdora Kerkûkê li şûna wan bê danîn.

Hêza polîs a ku li Kerkûkê were bicihkirin, ji 500 kesan pêk tê û ji hemû netewe û olên cuda yên bajar pêk hatiye ku wezareta navxwe ya Iraqê çek û hemû pêdiviyên leşkerî ji wan re dabîn dike.

Lîwaya 61 a taybet sala borî bi biryara serokwezîr Adil Ebdulmehdî piştî vekişandina hêza dijî teror a Iraqê li derî û derdora Kerkûkê  hatibû bicihkirin.