image

PeyamaKurd – Di çarçoveya rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê, bicihkirina îdareya nû û rêxweşkirina bo vegera koçberan de, wekî xala yekem a rêkeftinê 6 hezar polîsê federalî yê Iraqê li rojavayê Şingalê hatin bicihkirin.

Hat ragihandin ku 3 lîwayên polîsê Iraqê bi dirêjiya 80 kîlometreyan sînorê Iraq û Sûriyê diparêzin û heta destpêka meha bê jî rêkeftina Şingalê dikeve pratîkê.

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ya Iraqê Lîwa Tehsîn Xefacî li ser bicihkirina wan hêzan li Şingalê da xuyakirin,  erkê wê hêza polîsê federalî ya ji bo Şingalê hatiye şandin, ewlekariya herêmê û bicihanîna rêkeftinia Şingalê ye. 

Lîwa Tehsîn diyar kir, firqeya 6 ya hêzên polîsê federal ji rêvebirina ewlekariya nav bajarê Şingalê berpirs e.

Herwiha biryar e di çarçova qonaxa duyem a rêkeftina Şingalê de, 2 hezar û 500 polîsê federalî ji xelkê Şingalê were avakirin û ewlehiya nav bajarê bigire ser xwe.

Rêkeftina asayîkirina rewşa Şingalê 10ê Cotmehê di navbera hikûmeta federalî ya Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatibû îmzekirin. Li gorî rêkeftinê rêveberî û hêzeke nû bo Şingalê tê avakirin, komên çekdar ji Şingalê têne derxistin û koçberên Şingalê bi awayekî ewle têne vegerandin.

Hêjayî gotinê ye, PKK û hin hêzên bi ser Heşda Şeibî re red dikin ku ji Şingalê derkevin û rêveberiya ku Bexda-Hewlêrê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî li ser rêkeftin kirine qebûl nakin.