image

PeyamaKurd– Li Iraqê, artêş heya niha nikarbû asayîşa deverên Kurdistanê yên ku di derveyê rêvebiriya herêma Kurdistê de mane temîn bike. Li ser babeta asayîşa Kerkûkê ji serokerkaniya Iraqê beyanekî hat dayîn.

Serokerkanê Iraqê Korgeneral Abdulemir Yarallah got ku hevkariya artêşa Iraqê û ya Pêşmerge dê li Kerkûkê asayîş û îstîqrarê bi xwe re bîne. Yarallah ragihandina xwe bo ajansa Iraqê ya bi navê INA yê kir û got ku seredana Kerkûkê ya bo navenda federal ya polîs serkeftî bûye û dewam kir:

“Hêzên Pêşmerge û navenda koordînasyonê wê bo vî bajarî îstîqrarê bîne.”