image

PeyamaKurd - Çekdarên Heşdî Şeibî yên alîgirên Îranê ku bûne hêzeke fermî di nav artêşa Iraqê de, li Deşta Nînowa binpêkirinên xwe berdewam dikin ku herî dawî dest danîn ser zeviyên pêkhateyên cuda yên Deşta Nînowayê.

Endamê Parlamentoya Iraqê yê dema borî Salim Şebek ragihandiye ku binpê kirinên Heşdî Şeibî li Deşta Nînowa rojane berdewam dikin û piştî hemû wan belayên ku milîsên Heşdî Şeibî anîne ser pêkhateyên Deşta Nînowa, vê carê jî dest datînin ser zeviyên pêkhateyên Deşta Nînowa yên kurdên şebek, mesîhî û tirkmenan û li ser wan zeviyan wargehên niştecihbûnê çêkirine.

Li gorî nûçeya BasNewsê Salim Şebek gotiye, “Di wan kiryaran de yek ji kesên serekî yê Heşdî Şeibî Weed Qedo destê wî tê de heye û ew kar bo guhertina demografiya navçeyê dikin û temamê pêkhateyên Deşta Nînowa rewşa wan xirabe û mesîhî heta naha wek pêwîst navegerin bo Bertile û Qereqoşê û li herêma Kurdistanê koçberin û em jî wek kurdên şebek heta naha 3500 malbatên şebek li herêma Kurdistanê koçber in û nevegeriyane ji ber wan milîsan.”

Salim Şebek diyar kir, niha milîsên Heşdî Şeibî li sînorê Deşta Nînowa bo her barhilgirekî ku bê sînorê wan 300 dolar wek bac ji wan verdigrin û herwiha niha di dema vergirtina genim û cehê cotkaran de jî li Deşta Nînowa Heşdî Şeibî ji bo her barhilgirekî ji wan 1200 dolar verdigire.

Şebek herwiha daxwaz kiriye ku ev binpêkirinên Heşdî Şeibî yên li van sînoran rojane di medyayê de bên vegotin û belavkirin.