image

PeyamaKurd- Li gundeki navçeya Kolik (Kahta) a bi ser Semsûrê, du birayên bi navên Bahat (18) û Serhat Şimşek (22) di gol a bendava Ataturk de fetisîn. Birayê bi navê Bahat dikeve avê û dike ku bifetise lê birayê wî Serhat xwe davêje nava avê da birayê xwe rizgar bike.

Piştî demekî her dû bira ji bînahiya çavan dûr dikevin. Kesên ku bûyerê dibînin xeberê didin tîmên tenduristiyê û tîm her dû birayan ji avê derdixin. Lê her dû bira jiyana xwe ji dest didin.