image

PeyamaKurd – Xelkê Kerkûkê lêborîna xwe ji Serok Mesûd Barzanî dixwazin û hawara xwe didin Serok Barzanî daku wan ji rewşa rûbirûyî wê mane rizgar bike.

Esnafên Kurd ên Kerkûkê yên dikanên wan hatine ruxandin û ji nav bazara milî hatine derxistin, li dijî parêzgarê sepandî yê Kerkûkê xwepêşandanek li dar xistin.

Piştî îdareya sepandî ya Kerkûkê rijdbû li ser derxistina bihezaran kasibkarên nav bazara mîllî ya navçeyên Kurdên Kerkûkê, hejmarek ji wan kasibkaran xwepêşandanek pêkanîn.

Yek ji wan esnafan ji K24ê re bi navê xelkê Kerkûkê wiha got:

“îdareya Kerkûkê îdareyekî xwînmij e. Di vê dema ku welatê me hilweşyayî de, rewşa jiyana xelkê xirabe. Bi boneya hilberînereke kurd navçeyeke pîşesaziyê hatiye çêkirin, dixwaze li ser xwîna vî xelkî xwe dewlemend bike. Dibêjin hûn ji vê deverê derkevin ji ber rûyê bajar xirab dike, elektrîk tine, bajar di bin zibil de maye. 10 hezar malbat ji vê bazarê em nan dixwin.”

Ew esnafê Kerkûkê di berdewamê de jî peyama xwe digihîne Serok Barzanî wiha diaxive:

“Peyama me bo Serok Barzanî heye, em daxwaz ji Serok Barzanî dikin, em xelkê Kerkûkê kurê te ne, em daxwaza lêborînê dikin, li kurên xwe bibore em gelek xelet bûn. Em gelek daxwaza lêborînê li te dikin, hêvîdarin ji kurên xwe biborî, ji ber take dilsozê kurd hebe serok Barzanî ye. Em xelet bûn li hember wî, em hemû daxwaza lêborînê li te dikin. Em ewladê te ne û li me bibore. Hêvîdarin çareseriyêkê bo me bibînî, her tişt bi cenabê te dikare çareser bibe, hemû dinya guh lê digire.”