image

PeyamaKurd -  Weşana Al-Monitor a Amerîkî ragihand ku Senatorê Amerîkayê yê bi bandor ku nêzîkî Serokê Amerîka Donald Trump e, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re pêwendiyeke telefonê li ser mijara petrolê pêk aniye û piştre jî bi kompaniyeke Amerîkî re ligel Rêveberiya Xweser girêbestek hatiye îmzekirin.

Al-Monitor dide xuyakirin ku Amerîkayê, Tirkiye û Rûsya ji îmzekirina wê girêbestê agahdar kirine û herdu aliyan jî nerazîbûn nîşan nedane.

Nûnera Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li Amerîkayê, Sînem Mihemed ji Al-Monitor re piştrast kiriye ku girêbest di navbera Rêveberiya Xweser û kompanyaya Delta Crescent Energy de hatiye îmzekirin, lê gotiye ku haya wê ji hûrgiliyên girêbestê nîne.

Al-Monitor ragihandiye, Lindsey Graham gotiye ku derbarê girêbesta petrolê de wî zanyarî ji General Mezlûm Kobanî standine û Graham jê xwestiye hûrgiliyên derbarê girêbestê de bigihîne Serokê Amerîkayê.

Hêjayî gotinê ye, piraniya çavkaniyên enerjiyê û bîrên petrolê yên Sûriyê, niha li navçeyên Rêveberiya Xweser in ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ne û ligel hêzên Amerîkî parastina wan dikin.