image

PeyamaKurd - Rêxistina Dijîterorê ya Fransayê ragihand, 13 jinên DAIŞê yên ji regeza Fransî ji kampa Holê ya li Hesekê û kampa Eyn Îsayê reviyane ku yek ji wan jinan, Hayat Boumedienne hevjîna plangerê êrîşa Fransa ya sala 2015an e.

Damezrînerê Rêxistina Dijî Îşkenceyê ya Fransî Jean-Charles Brisard li ser mijarê got, revîna wan jinên DAIŞê, nîşana wê yekê ye ku desthilatên li bakurê Sûriyê karînên wan ên berdewamiya girtina terorîstên biyanî nîn in.

Brisard diyar kir, metirsiya herî mezin kesên ji Sûriye û Iraqê direvin e ku li deverên din xwe birêxistin dikin û dibe ku bi nehênî jî vegerin Ewropayê.

Di girtîgeh û kampên li Rojavayê Kurdistanê de, zêdetirî 11 hezar jin û zarokên DAIŞê hene. Rêveberiya Xweser gelek caran bang li welatên biyanî kiriye ku bi berpirsatiya xwe rabin û welatiyên xwe ji kampan werbigirin û çareseriyekê ji rewşa girtiyên DAIŞê re bibînin.

Di van demên dawî de, DAIŞîyê di destê HSDê de girtî ne gelek caran hewl didin birevin ku hinek ji wan jî bi ser dikevin.