image

PeyamaKurd- Endama rêvebiriya TEV-DEM ê Foza Yusif ragihand ku hevdîtinên terefên Kurd yên li Rojava yên navbera ENKS ê û TEV-DEM ê baş dimeşin. Yusif got ku hevdîtinên navbera her dû aliyan ji bingehê ve dimeşin û di gihandina hev ya fikrên siyasî de hemfikrin lê hêj peymana dawî nehatiye îmzekirin. Foza Yusif weha got:

“Armanca van hevdîtinan ew e ku di navbera Kurdên Rojava de yekîtî çêbibe. Bi tevlîbûna temamên terefan, bo yekîtiyê însiyatîva sîvîl serkeftina xwe kiriye armanc. Di dema pêşiya me de wê partiyên din jî tevlî hevdîtinan bibin.”

Amerîka û Fransa jî destekê dide muzakereyan. Li ser masa her dû aliyan ji bilî mijarên siyasî, mijarên îdarî û leşkerî jî hene.