image

PeyamaKurd – Li bajarê Mekong ê başûrê welatê zilamekî bi navê Nguyen Chien 80 sal in porên xwe naşo û şeh nake.

Chien ji ber baweriya xwe ya olî ya ku baweriyê bi 7 îlahan tîne, porên xwe dirêj kirine û heta nihe qet destê xwe nedayê.

Ew dibêje, “Ger porên xwe jêkim ezê bimirim. Ji ber wê jî ditirsim destê xwe bidim pora xwe.”

Chien dema zaroktiya xwe di diçû pola sêyem a dibistanê biryara dest nedana porên xwe daye û ji ber baweriya 7 xwedayan ji zaroktiya xwe ve destê xwe nedaye porên xwe.

Chien, li gundekî bajarorê Ho Chi Minh City dijî û xwe wekî kesekî bijarte ji aliyê hêzeke îlahî ve dibîne.

Niha kurê wî yê 62 salî ji bo xwedîkirina pora wî alîkariya wî dike. Chien bawer dike ku jênekirina porê dê wî nemir bike.