image

PeyamaKurd - Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûriyê (ENKS) êrîşa ser baregeha PDKê li Bexdayê û şewitandina Ala Kurdistanê bi tundî şermezar kir û got, êrîşa ser baregeha PDKê ji nefret û kîna bo gelê Kurdistanê tê û bal kişand ser ku ev êrîş di demekê de tê, Hikûmeta Federalî hewl dide hemû pirsgirêkên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bike û kar ji bo vegera koçberên kurd ên êzidî li ser mal û milkên li Şingalê dike.

Emîndariya Giştî ya ENKSê îro 18ê Cotmehê bi daxuyaniyekê ragihand, roja 17ê Cotmehê endamên ser bi Heşda Şeibî ve êrîşî ser baregah Partiya Demokrat a Kurdistanê li Bexdayê kirin û Ala Kurdistanê şewitandin. Ev pêngav jî di çarçoveya nefret û kîna li dijî gelê Kurdistanê de tê.

ENKSê diyar kir: “Ev êrîş di demekê de tê, Hikûmeta Federalî hewl dide hemû pirsgirêkên xwe ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çareser bike. Herwiha kar dike ji bo koçberên kurd ên êzidî vegerin ser mal û milêkên li Şingalê û hemû grûpên çekdar ji Şingalê derbixe û îdareya wê radestî xelkê wê bike.”

Di berdewama daxuyaniya ENKSê de hat gotin: “Em wek ENKSê vê kiryar teroristî bi tundî şermezar dikin û piştevaniyê li kedên hikûmetê dikin ku êrîşkeran siza bidin.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em bawer in ku ev kiryar, rê li ber hikûmeta Iraqê nagire ku di proseya xwe ya çaksaziyê de berdewam be û hemû pirsgirêkan bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re çareser bike.”