image

PeyamaKurd - Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl got, damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê dê bandora wê ya erênî li ser diyaloga Kurdî – Kurdî ya di navbera ENKS û PYNKê de hebe.

28ê Tîrmehê li bajarê Qamişlo, bi beşdariya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS), Rêxistina Asûrî ya Demokratîk, Teyar El Xed (Şepêla Pêşerojê ya Sûrî) û Encûmena Erebî li Cizîr û Ferêt, Eniya Aştî û Azadiyê hatibû damezirandin.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Mihemed Îsmaîl li ser armanca ENKSê ji pêkanîna Eniya Aştî û Azadiyê ji K24ê re axivî û got, “Yek ji armancên pêkanîna wê eniyê, pêkanîna hevrêziyê di navbera pêkehateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Aşûrî, Kildan û Siryan de ye. Di vê qonaxa ku Sûriye tê re derbas dibe de, pêkanîna vê bereyê gelekî girîng e, ji bo bi hev re bigihin nerîneke siyasî ya hevbeş li ser pêşeroja Sûriyê û parastina mafên pêkhateyên netewî tê de.”

Îsmaîl diyar kir, pêkanîna vê eniyê, piştevaniyeke ji proseya siyasî ya giştî li Sûriyê re û di bin çavdêriya navdewletî de ye, bi taybet her sê hêzên di wê eniyê de, nûnertiya beşeke mezin ji xelkê Sûriyê dikin. ENKS jî nûnertiya beşeke mezin a gelê Kurd li Sûriyê dike û xebateke wê ya dûr û dirêj heye.

Berpirsê ENKSê bal kişand ser opozîsyona Sûriyê û got, niha di rewşeke lawaz de ye, damezirandina vê bereyê jî gaveke girîng e ji bo pêkhateyên cuda yên opozîsyona Sûriyê bikarin bi hev re karekî hevbeş bikin.

ENKS ji bo Sûriyê daxwaza sîstema ferderalîzmê dike û di daxuyaniya damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê de sîstema “nenavendî” hatiye qebûlkirin, di wê derbarê Îsmaîl eşkere kir: “Başirîn çareserî ji bo Sûriyeya pêşerojê, sîstema federalîzmê ye. Lê nerîna siyasî ya Eniya Aştî û Azadiyê, ne tenê ya ENKSê ye, belkû ew nerîna hemû endamên wê ye. Hemû pêkhateyên di wê eniyê de li hev kirin, ku divê Sûriyeya pêşerojê, bi sîstemeke nenavendî bê birêvebirin. Nenavendî jî sîstemeke vekirî ye û ne li dijî federalîzmê ye.”

Mihemed Îsmaîl da zanîn, pêkhateyên Eniya Aştî û Azadiyê damezirandine, di meydana Sûriyê de xwedî rol û bandor in û pêwendiya wan bi aliyên cuda yên opozîsyona Sûriyê, herêmî û navdewletî re hene û di hemû ked û xebatên dosya Sûriyê yên wek Komîta Destûrê û Desteya Danûstandkar de beşdar in û ti nakokiyên wan bi aliyên din ên opozîsyonê re nîn e.

Li ser pirsa, gelo wê damezirandina Eniya Aştî û Azadiyê bandorê li ser diyaloga Kurdî – Kurdî a di navbera ENKS û PYNKê de çêbike? jî Mihemed Îsmaîl wiha axivî:

“Bandorê wê dê li ser danûstandinên Kurd – Kurdî erênî be, ji ber ku bi diyaloga Kurdî – Kurdî re, pirsên Kurdî çareser dibe, herwiha herdu aliyên Kurdî baweriya wan bi pêkvejiyana bi hemû pêkhateyên din re heye. Heger zemîneke baş di navbera pêkhateyên herêmê de peyda bibe, dê bandoreke wê erênî ji hemû aliyan re hebe.”