image

PeyamaKurd - Nûnera Amerîka Zahra Bell û Hevkara wê Emily Brandt, roja 6ê Tebaxê bi şandeke Eniya Aştî û Azadiyê re civiyan. Eniya Aştî û Azadiyê bi serpereştiya Encûmena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) demek berê li Rojavayê Kurdistanê, bi pêkhateyên din ên siyasî re hatibû avakirin.

Hat ragihandin ku Eniya Aştî û Azadiyê, di civînê de ji aliyê Amerîkî re ragihand ku ew kar li ser yekgirtîbûna opozîsyona Sûriyê dikin û piştgiriya danûstandinên Kurdî–Kurdî jî di wê çarçoveyê de ye.

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê Feysel Yûsif jjî li ser mijarê ji K24ê re ragihandiye, aliyê Amerîkî di civînê de pîrozbahî li damezirandina wê eniyê kiriye û piştevaniya xwe jê re derbirîye ku ev eniya di navbera pêkhateyên cuda ên herêmê de pêk hatiye, dê alîkar be ji bo dîtina çareseriyeke siyasî li Sûriyê û yekgirtîbûna opozîsyonê.

Feysel Yûsif got: “Amerîka ji çend salan ve li herêmê ye û ew bi xwe dibêje ku ew ji bo parastina petrolê, rûbirûbûna Îran û DAIŞê, xistina fişarê ser rêjîma Sûriyê ji bo bi proseya Cenêvê razî bibe kar dike. Herwiha Amerîkî diyar dikin ku divê aramî û aştî li herêma me hebe û çendî pêkhateyên herêmê di çarçoveya opozîsyonê û çareseriya siyasî de hevgirtî bin, dê bikarin piştevaniyê wê bikin.”

Li ser pirsa egera civîna û danûstandina Eniya Aştî û Azadiyê bi welatên Rûsya û Tirkiyê re, Feysel Yûsif diyar kir, her welatê piştevaniyê li gelê Sûriyê, nerîna siyasî ya eniyê û proseya siyasî ya Sûriyê li gor biryarên navdewletî û bi biryara 2254 bike, enî amade pê re bikeve pêwendiyan.

‘ENKS û PYNK bi rêya Mezlûm Ebdî nêrînên xwe digihînin Nûnerê Amerîkî’

Li ser diyaloga di navbera ENKS û PYNKê de jî Yûsif diyar kir, qonaxa duyemîn a danûstandinan ji piştî derketina daxuyaniya hevbeş a di navbera her du aliyan de destpê kiriye. ENKS û PYNK bi riya Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Nûnerê Amerîkî re nerînên xwe digihînin hevdu û herwiha ew bi hev re jî rûdinin. Niha ew dixwazin Desteyeke Serokatiyê ji Kurdên Sûriyê ava bikin ku di biryarên siyasî û stratejî de xwedî desthilat be.

Feysel Yûsif destnîşan kir, ENKS û PYNKê di wî warî de gavin avêtine û ti astengî û nakokî li pêş danûstandinên wan nîn in.

Rêveberê ENKê got: “ENKS biryar e yekhelwestiya Kurdî li gor rêkeftina Duhokê ya sala 2014an a bi serperiştiya Serok Barzanî hatiye îmzekirin ava bike. Herwiha ENKS hewl dide Desteyeke Serokatiya Kurdî yan Lêvegereke Siyasî ya Bilind ava bike û pirsa rêvebirina herêmê û vegera Pêşmergeyên Roj çareser bike.”