image

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, piştî destbikarbûna Serokê 46emîn ê Amerîkayê Joe Biden di peyama pîrozkirinê de got, em amade ne bi dostên xwe yên îdareya nû ya Amerîka re kar bikin.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got:

“Ez dixwazim wek nûnerê Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li serok Joe Biden û cîgira wî Kamala Harris di ahenga dîrokî ya destbikarkirinê de bikim.”

Serokê Herêma Kurdistanê destnîşan kir: “Di serokatîkirina gelê Amerîkayê de ez hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim û em amade ne ligel dostên xwe yên îdareya nû ya Amerîkayê kar bikin.”