image

PeyamaKurd - Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand ku derziya vîrusa korona Covid-19 di nav meha Sibatê de digihîje Iraqê û pişka Herêma Kurdistanê jî tê dayîn.

Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Berzencî îro 21ê Çile di civîneke rojnamevanî de derbarê dabînkirin û anîna derziya koronayê de agahî dan û got, “Komîteyeke Herêma Kurdistanê bi berpirsên Iraqê û şirketên ku derziya koronayê çêdikin re di nav pêwendiyê de ye. Em niha ji du aliyan de hewl didin derziya Koronayê bi dest bixin.”

Dr. Saman Berzencî da zanîn, ji aliyekî ve bi rêya Iraqê ew dixwazin derziyê dabîn bikin û got, “Her gava derzî gihîşt Iraqê pişka Kurdistanê jî dê were dayîn. Bi texmîna me domahîka meha Sibatê dê derzî bigihe Iraqê.”

Berzenî destnîşan kir ku li aliyê din jî ew yekser bi şirketên çêkirina derziyê re di nav pêwendiyê de ne da ku dabîn bikin û bibîr xist ku anîna derziya korona ne hêsan e ji ber ku hem sîndar e hem jî hejmara şirketên ku derziyê çêdikin kêm e.