image

PeyamaKurd – Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, karwaneke alîkariyê ya ji alavên tenduristiyê pêk dihat ji Rojavayê Kurdistanê re şand.

Karwana 9emîn a alîkariyan ji ser deriyê Pêşxebûrê hat şandin û wê bo Heyva Sor a Kurdistanê ya li Rojavayê Kurdistanê ve were radestkirin.

Ji 9 karwanên alîkariyê 3 ji wan ji alavên tenduristiyê 6 jî ji alîkariyên xurek û mirovî pêk hatin.

Rêveberê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Ehmed Ebdo da xuyakirin ku alîkariyên hatine berhevkirina bi hevkariya Dêzgeha Xêrxwazî ya Nehrî hatine amadekirin û wê alavên tenduristiyê yên bi nirxa 50 hezar dolaran li nexweşxaneyên Rojavayê Kurdistanê werin belavkirin.

Ebdo da zanîn ku wê alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bo Rojavayê Kurdistanê berdewam bikin.