image

Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê 3 terorîstên DAIŞê girtin.

Li gorî daxuyaniya hatiye belavkirin, şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li gundewarên parêzgeha Dêrezorê operasyonek li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞê encam dan.

Herwiha Navenda Ragihandina HSDê destnîşan kir, di encama wê operasyonê de ku bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî li nêzikî gundê Têb El-Fal pêk hat, 3 terorîstên DAIŞê tevî çekên wan hatin girtin.

Ev di demekê de ye, Yekîneyên Antî Teror (YAT) do li gundên bajarê Hesekê, serkirdeyekî çekdarên DAIŞê bi navê A.C desteser kiribûn ku berpirsê çend kuştin û armancgirtina fermandarên HSDê bû.

Herwiha di çend rojên derbasbûyî de, hejmareke tohmetbar û şaneyên razayî yên DAIŞê ji aliyê hêzên emnî yên Rojavayê Kurdistanê ve hatin desteserkirin.

Herî dawî roja 5ê vê mehê jî, 5 terorîstên DAIŞê li Dêrezor û Şedadê ji aliyê hêzên HSDê ve hatin desteserkirin.