image

PeyamaKurd - Di van demên dawiyê de, liv û tevgera DAIşê li Sûriyê û Iraqê zêde bûne, herî dawî şeva borî DAIŞê êrîşî Zindana Tebqayê kir, ku hejmarek ji endam û berpirsên wê rêxistinê lê girtî ne. Ji ber êrîşê, hêzên Asayişê û HSDê ketine amadebaşiyê.

Hêzên Asayişê yên ser bi Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê bersiva  wê êrîşê dan û di navbera herdu aliyan de şer derket. Li gor zanyariyan, di dema êrşê de girtityên DAIŞê yên di nava Zindana Tebqe de jî dest bi îsyanê kirin.

Hêzên asayişê êrîşa DAIŞê têk birin

Li gor zanyariyan, hêzên Asayişê ku ewlehiya Zindana Tebqeyê diparastin, êrîşa DAIŞê têk birine.

Herwiha di encam de şer û pevçûnên navbera DAIŞê û hêzên Asayişê de, 7 çekdarên DAIŞê hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) jî ku navenda wê li Londonê ye, xwe dispêrê çavkaniyên herêmî û ragihandiye, ku çekdarên DAIŞê êvara Pêncşemê êrîşî xaleke kontrolê ya hêzên Asayişê li el-Alem kirin, lê êrîş ji aliyê hêzên Asayişê ve hat têkbirin.

Hêzên HSDê ketin amadebaşiyê

Çavkaniyên xwecihî dibêjin, ji ber vê êrîşa DAIŞê, tevahiya hêzên Asayişê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li Tebqayê ketine amadebaşiyê û tevahiyên rêyên sereke yên bajêr û derdora wê li ser hatinûçûnê hatine girtin.

Li gor agahiyan, tevî ku hêzên Asayişê ew êrîş têk birine, lê hêj jî ne aramî li Tebqayê heye û hêzên Asayişê û HSDê dest bi operasoneke lêgerîna li pey çekarên DAIŞê kirine.