image

PeyamaKurd – Dadgeha 3 yem ya cezayê giran ya Mêrdînê bi sedema parvekerinên li ser medya civakî 20 meh cezayê zîndanê da endamê meclisa partiyê ya PAK ê Şeyhmus Ünal û sedema cezayê weka “propogandeya PKK-KCK ê ya rêxistina terorê” nîşan da.

Doza ku li Şeyhmus Ünal hatibû vekirin di 25 ê mehê de encam dabû. Li ser mijarê PAK ê peyamekî belav kir û mijarê weha ragihand:

“Temamê dezgeyên dewletê û dadgeha 3 yem ya cezayê giran ya Mêrdînê jî baş dizane ku têkiliya Şeyhmus Ünal bi PKK-KCK ê re tineye û tevî wê zanînê jî car din ceza daye hevalê me. Fikra Ünal û siyaseta wî aşkeraye. Wê parêzerên me îttîraz li biryarê bikin. Ev ceza binpêkirina azadiya fikr û ramanê ye û dixwazin azadiya fikrê ji ortê rakin.

Helbet ev kiryar ti carê nikare bike ku PAK û xelkê me yê cefakar dev ji têkoşîna azadiya Kurdistanê bide berdan. Em weka PAK, fikra ku dibêjin Şeyhmus Ünal propogandeya PKK-KCK ê kiriye şermezar dikin.”