
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe ya îro 21ê Çileyê de ragihand ku di nav 24 saetên dawî de, 4 kesên din ji koronayê mirine û 77 kes jî pê ketine.
Di daxuyaniya wezareta tenduristiyê de hatiye diyarkirin, di nav 24 saetên dawî de 77 kes bi koronayê ketine, 4 kesan wefat kiriye û 923 nexweşên vîrusê jî baş bûne.
Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketinên koronayê gihîşt 105 hezar û 416 kesan, ya mirinan bû 3.452 kes û heta niha 90 hezar û 627 kes jî baş bûne.
Wezareta Tenduristiyê ragihandiye ku tedawiya 11 hezar û 337 nexweşên koronayê jî berdewam dike.
Add Comment: