image

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 202 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 80 kes jî baş bûne.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku ji 202 kesên bi vîrûsa koronayê ketine, 98 kes li Hewlêrê, 45 kes li Silêmaniyê, 50 kes li Duhokê, 5 kes li Germiyanê û 4 kes jî li Raperînê ne.

Wezaretê ragihand ku di nav 24 demjimêran de ti kesekî jiyana xwe ji dest nedaye û 80 nexweşên koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketinên koronayê li Herêma Kurdistanê gihîşt 108639 kesan, ya mirinan bû 3519 kes û heta niha 103332 nexweş jî baş bûne.