image

PeyamaKurd – Cenazeyê Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî ku îro 5ê Tîrmehê li Diyarbekirê çûbû ser dilovaniyê bi axê hat spartin.

Bi navê xwe yê nasnameyê Seydo Şîmşek bi dengbêjiya xwe û navê “Xalê Seyîtxanê Boyaxçî” dihat naskirin.

 Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî di nav gel de pir dihat hezkirin û rêz jê re dihat girtin.

Dengbêjê Kurd li Mala Dengbêjan a Diyarbekirê kilam bi salan kilamên dengbêjiyê gotin.

Cenazeyê Boyaxcî ji ber şewba vîrûsa koronayê, li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê piştî wacibeyên olî bi merasîmekê hat definkirin.

 Malbata Boyaxcî şîna xwe li nav malê daniye û ji ber vîrusa koronayê wê bi awayekî sînorkirî serdanan qebûl bikin.

Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî koça dawî kir