image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 23yê Sibatê ligel parêzgarên Herêma Kurdistanê civiya.

Piştî civînê hat ragihandin ku bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî guftûgo derbarê pirsgirêk û giriftên îdarî û darayî yên parêzgehan û plana hikûmetê bo encamdana projeyên xizmetkariyê yên sala 2021an hatin kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got, Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewleke xwe dike ji bo dabînkirina mûçeyên mûçexwarên Herêmê ku ew erkekî pêşîne yê hikûmetê ye û diyar kir: “Em bi guftûgoyên xwe ligel Hikûmeta Federalî de berdewam dibin, ji bo dabînkirina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê. Di heman demê de û wê dahata ku li ber dest e, di çarçoveya budceya Herêma Kurdistanê bo sala 2021an de, çendîn projeyên xizmetkariyê li seranserî parêzgehên Herêma Kurdistanê tên encamdan.”

Di civîna ku bi rêya vîdyokonferansê bi rê ve çû de, plana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo pêkanîna projeyên pêşxistina parêzgehan û projeyên wezaretên li parêzgehan di sektorên (şaredarî, elektrîk, tenduristî, çandinî, perwerde û rê û pireyan) de yên ji bo sala 2021an hatin pesendkirin ku bi dahata li ber destê Hikûmeta Herêmê tên encamdan û koma giştî yê wê gujmê sêsed û çil neh milyar û hefsed û du milyon Dînar e.

Bi vî awayî li jêr ji parêzgehên Herêma Kurdistanê re hatine veqetandin:

Parêzgeha Silêmaniyê:

114.350.000.000 sed û çardeh milyar û sêsed û pêncî milyon Dînar.

Parêzgeha Helebçe:

30.000.000.000.000 sî milyar Dînar.

Parêzgeha Hewlêrê:

128.352.000.000 sed û bîst û heşt milyar, 352 milyon Dînar.

Parêzgeha Dihokê:

77.000.000.000 heftê û heft milyar Dînar.

Bi giştî: 349.702.000.000 sêsed û çil û neh milyar û heftsed û du miliyon Dînar.