image

PeyamaKurd- Di çarçoveya avakirina hukumeta Kurdistanê de heyeta PDK ê ya di bin serokatiya Hoşyar Zêbarî de, seredana baregeha ITC ê (Cepha Turkmen a Iraqê) ya li Hewlêrê kir. Seredan bo çapemeniyê girtîbû.

Di pey seredanê de ji ITC ê Aydın Marûf ragihand ku di mijara avakirina hukumeta nû de guftûgoyan kirine. Marûf got:

Heyeta PDK ê xwestiye ku Turkmen hem di serokatiya parlementoyê de û hem di kabîneya hukumetê de cî bistînin û ew jî bi awayeka erênî li meselê dinêrin. Marûf dibêje ku divê Turkmen di seha siyasî ya Kurdistanê de roleka aktîv bileyîzin û ji heyetê daxwaz kirine ku wezareteka ji karên Turkmenan berpirs bê danîn û heyeta PDKê bi awayeka erênî li mijarê nihêrtiye.

Marûf ragihand ku wê di 18 ê sibatê de di dema vekirina parlementoya Kurdistanê de tevlî vekirina parlementoyê bibin.