image

PeyamaKurd – Bi beşdariya wezîrên karûbarên derve yên Iraq û Amerîkayê, gera sêyem a proseya danûstandinên stratejîk ên navbera Iraq û Amerîkayê, do bi rêya vîdyo-konferansê birêve çû. Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken diyar kir; pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, ber bi çareseriya kêşeyan ve pêş ketine.

Wezîrê Karûbarên Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken, bi gotarên welatê xwe dest bi gotûbêjan kirin û piştî wê daxuyaniyeke hevbeş parve kirin.

Li gor daxuyaniyê, her du aliyan di civînan de tekezî li ser pêwendiyên dualî, babetên ewlekarî, rûbirûbûna terorê, aborî, enerjî û jîngeh, babetên siyasî û pêwendiyên kultûrî gotûbêj kirine.

Antony Blinken di gotara xwe de da zanîn, di vê civînê de tekezî li ser bihêzkirina pêwendiyên hevbeş ên navbera Iraqê û Amerîkayê dikin.

Herwiha Amerîka tekez kiriye ku ew rêzê li serweriya Iraq û yekparçeya wê digire. Şanda Amerîka diyar kiriye, kompaniyên Amerîka dikarin firehkirina çavkaniyên aborî ya Iraqê de alîkar bin, kerta giştî baştir bikin, herwiha çavkaniyên enerjiyê pêş ve bibin.

Amerîka piştevaniya xwe ji bo hewlên Iraqê yên çaksazîkirina di warê elektirîkê de kir.

Blinken da zanîn, Hikûmeta Iraqê bingehên destûrî di bernameya xwe de li ber çavan girtiye û bi kûrahî li ser dixebite.

Herwiha destnîşan kir, Hikûmeta Iraqê piştevanikirina proseya demokrasiyê li welatê xwe, berdewam e.

Amerîka herweha pêşwazî li rêkeftina budçeya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Iraqê de kir.

Li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, Wezîrê Karûbarên Derve yê Amerîkayê helwesta welatê xwe eşkere kir û got: “Pêwendiyên navbera her du hikûmetên Federal û Herêmê, ber bi arasteya çareseriya kêşeyên navbera wan, bi pêş ketine.”