image

PeyamaKurd – Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, do bi wêneyê Serok Barzanî û Joe Biden, nûçeya destbikarbûna Joe Biden belav kir.

Ji ser hesabê xwe yê tora medyaya civakî facebookê, Balyozxaneya Giştî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê, wêneyekî Serok Barzanî û Joe Biden belav kir û tê de diyar kir: ‘‘Sûndxwarina serok, destpêka xulêke nû ya çar sala ye ji bo Serokê Amerîka. Îro Joe Biden bi fermî weke 46mîn Serokê Welatên Yekgirtî yên Amerîkayê sûnd xwar. Ev merasîma sûndxwarina amaje ye ji bo guhestina aştiyê desthilatê li du hilbijartin ku pêwerêkî gîring e di hemû sîstemekî demokrasiyê de’’

Herwiha, ji xeynî wêneyê Serok Barzanî û Joe Biden, wêneyê Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî jî, wêneyê Nêçîrvan Barzanî û Joe Biden jî hatiye danîn û di wêneyekî din jî de wêneyê Serokwezîr Barzanî û Joe Biden jî hatiye dayîn  û ev jî nîşaneya dostaniya Joe Biden, bi Herêma Kurdistanê tê destnîşankirin.